Serrûpel Nûçe Zarokê 10 salî Mohamed Qubat wefat kir

Zarokê 10 salî Mohamed Qubat wefat kir

Belav bike


 

Pishtî şeş mehên dijwar li nexweşxaneya Uni-Kinderklinik Bonn – Almanya  Mohamed Salih Qubat roja înê, 21.12.2012, saet 4:30 sibê xatirê xwe ji jiyanê xwest.

Mohamed gelekî ji  jiyanê hez dikir, lewma demeke dirêj jî li hember mirinê bi înad bû û li ber xwe da.

Ta nefesa dawî devliken bû û tucaran bawer nedikir ku wê ji nav me bar bike.

Weke tê zanîn ji bo dermankirina Mohamed (10) hem malpera AVESTA KURD û hemjî bi riya Facebookê kampanyayeke berfereh dest pê kiribû.

Di Facebookê de rûpeleke taybetî jêre hatibû vekirin, ji her derê alîkariya madî û manewî jêre hatibû.

Mohamed Salih Qubat ji malbateke ji Dêrîka Hemko ye, tevî malbata xwe li Duhokê dijiya.

Bila serê malbata Mohamed û hemû dost û hevalên wî sax be!

AVESTA KURD

 

Ji bo alîkariyê şandina cenaze ji bo Kurdistanê:

Spendenkonto innerhalb Deutschlands/Ji bo hundirê Almanyayê:
Kontoinhaberin/xwediya hesabê: Jomana Djoumma
Verwendungszweck/sedema pereshandinê: Mohamed
Kontonummer/hesab: 1931196487
BLZ/koda bankayê: 37050198
Kreditinstitut/navê bankayê: Sparkasse KölnBonn

Spendenkonto außerhalb Deutschlands/Ji bo derveyî Almanyayê:
Kontoinhaberin/xwediya hesabê: Jomana Djoumma
Verwendungszweck/sedema pereshandinê: Mohamed
IBAN: DE87 3705 0198 1931 1964 87
BIC-/SWIFT-Code: COLSDE33