Di 28’ê Kanûna 2012ê vê mehê bûyera Roboskê dibe yek salî, lê hîn jî berpirsên vê êrîşa ku di encamê de 34 Kurd hatibûn kuştin, nehatine eşkere kirin.
Her çiqas di bin meclîsa Tirkiyê de ji bo Roboskê komisyonek hatibe çêkirin û lêkolîn ser hatibe kirin jî komisyon hîna jî tiştekî balkêş nehatiye kirin û rapora xwe eşkere nekiriye.
Em wekî Komeleya Nûbiharê dixwazin ku berpirsyarên Roboskê de kî hene divê tev were cezakirin û ji malbatên Roboskê û ji gelê Kurd re lêborîn were xwestin.
Lêborîna ku bê kirin tenê ne bi navê kesekî an kesayetî divê bi navê sazî û dewletê jî were kirin ku bîrîna malbatên kurd were were dermankirin.
Komeleya Nûbiharê