Serrûpel Nûçe “Kuştina bavê min bi pirsa Kurd re eleqedar e“

“Kuştina bavê min bi pirsa Kurd re eleqedar e“

Belav bike

Ahmet Ozal kurê Tûrgût Ozal ku demek dirêj e ji aşkerebûna mirina tarî ya bavê xwe hewl dide, ji ANF’ê re axivî.

Ahmet Ozal da zanîn ku kuştina bavê wî Tûrgût Ozal bi çareseriya pirsgirêka Kurd, rakirina wesayeta leşkerî û pêngavên ji bo demokratîkbûnê hatin avêtin re eleqeder e.

Ahmet Ozal wiha axivî: “Têkiliyên Tirkiyeyê bi cîhana derve re… Li hundir jî pirsgirêka Kurd. Wê rojê pêngavên ji bo demokrasiyê û rakirina wesayeta leşkerî. Qaçaxçîtiya berdewama sûîqesta 1988’ê. Pirsgirêka Kurd û gelek sedemên din jî hene. Bi ya min cinayet ji ber pêkanîna aşitiyê û çareseriya meseleya PKK’ê pêk hatiye.”

Ahmet Ozal da zanîn ku Tûrgût Ozal beriya cinayetê dixwest ji Serokkomartiyê îstîfa bike û ji nû ve bikeve nava siyasetê û wiha domand: “Yên ku nedixwestin ew vegere siyasetê hebûn. Tiştên ku li pişt deriyên dadayî yên li Tirkiyeyê dihatin axaftin di dema sûîqesta beriya cinayetê de aşkere bû. Wana dît. Lê sala 1988’ê ji bo çareseriyê ne salek gûncaw bû. Wesayeta leşkerî berdewam dikir. Wê demê Kenan Evren hebû. Bingehê ku îro hukûmeta îro ewqas tevdigere ji demokratîkbûna wê demê tê. Bi ya min tenê kesê dikarî pirsgirêkê çareser bibe û xwedî biryar bû Ozal bû.”

Ahmet Ozalê bawer dike ku hukûmet ji bo sosyaya Ozal ciddî ye got:”Ger mirov weke dozên Ergenekon û Balyozê bi ser vê meseleyê de biçe, meseleya Ozal jî dê çareser bibe. “

OZAL KEVIRÊ MEZIN BÛ’

Ahmet Ozal cinayeta bavê xwe şiband “kevirê mezin ê dîwêr” û got: “Ger cinayeta Ozal çareser bibe, dê ya Ûgûr Mûmcû jî çareser bibe. Ger ya Ûgûr Mûmcû çareser bibe, dê cinayetên piştî wê hemû çareser bibin. Em biçin heta salên 1990’an Hablemitoglu, Çetin Emeç, Ahmet Taner Kişlali. “

‘DIVÊ VEDÎTINÊN TEKNÎKÎ BÊN AŞKEREKIRIN’

Ahmet Ozal wiha bersiv da pirsa : “ Hûn di wê baweriyê de ne ku dê hukûmeta AKP’ê cinayeta Ozal ronî bike. Lê Rapora Saziya Tiba Edlî aşkere ye. Derbarê jehrîbûnê de tu tişteke aşkere nabêje. Hûn ê vê çawa aşkere bikin?” û got: “Rapora Tiba Edlî heye. Ya yekem divê agahiyên teknîkî aşkere bike. Ya girîng ne ev e. Ya girîng agahiyên ku dê Saziya Tiba Edlî aşkere bike. Aşkerekirina wan agahiyan divê, ne ku nirxandin.” (ANF)