Serrûpel Nûçe “Divê em serbixwe bin!“

“Divê em serbixwe bin!“

Belav bike

Akif Hasan di derbarê kêşeyên di navbera partî û rêkxistinên Kurd de li rojavayê Kurdistanê diyar kir ku eger ne ji nêzîkbûna siyaseta rast ya PDK ba, niha şerekî navxweyî di navbera Kurdên Sûriyê de çêbûbû.

 

Hasan got Kurdên rojava di vî warî de minetbarê siyaseta nerm, aqilane, rûniştî û ji heyecanê dûr, ya birêz Mesûd Barzanî ne, wî rê li pêşiyê girt ku xwîn li rojava were rijandin
 

Hasan, got:  „Girêdana mirov bi dayîk û bavê mirov re jî, lazime ne li ser hesabê hebûna mirov ya serbixwe be… Çi bi hêzên başûr re, çi bi hêzên bakur re be, girêdan û pêwendiyên siyasî divê ne li ser serxwebûna siyaseta mirov be, kurt û kurmancî divê Kurdên rojava em xwe bi xwe hebin…“

 

Di derbarê pêwendiyên Kurdên Sûriyê û Tirkiyê de, Akif Hasan diyar kir ku siyaseteke bi sloganên weke „faşîst in, dagîrker in, paşverû ne, dijminê gelê Kurd in“   bê birêvebirin, ew siyaseteke fenatîk û bêmesûliyet e.

 

Hasan wiha got, „hemû pirsgirêkên Kurdan bi welatên cîran re, ne bi şer lê belê divê bi riyên aştiyane û diyalogê werin çareserkirin… Divê Tirkiyê jî bi vî çavî li Kurdan binêre, li Sûriyê Kurd bi xwe mafê xwe yê çarenûsî destnîşan dikin, wê şaşiyeke pir mezin be dema ku Tirkiyê bi şêweyekî şaş tiliya xwe bixe nava vê meseleyê…“

Akif Hasan berdewam kir: „Heta demeke dirêj Tirkiyê livên gelê Kurd li başûrê Kurdistanê ji bo bigihên statuyeke bi rûmet, mîna xeter li ser xwe didît û li hember derdiket, lê pêşerojê îsbat kir ku statuya ku îro başûr gihayê ji bo gelê Kurd rûmetek e, ji bo Tirkiyê ne tehluke ye, lê belê istîqrar û berjewendî ye, hêvî dikim Tirkiyê bi vî çavê nû li Kurdên rojava binêre“


AVESTA KURD -