Serrûpel Nûçe “Rojên Ocalan di zindanê de çawa derbas dibin?“

“Rojên Ocalan di zindanê de çawa derbas dibin?“

Belav bike
Parlementerê CHPê yê Îzmirê Aytun Çiray, ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn pirsî, “Ocalan her roj çend seeta bi tena serê xwe û çend seeta bi girtiyên din re derbas dike? Di 6 mehên dawiyê de çend kesan ew ziyaret kirine?”
Wezîr Ergîn di vê mijarê de ev agahiyana dane: Kapasîta Îmraliyê 9 kesan radike lê niha 6 mehkumên ku cezayên muebetê girtine li wira tên girtin. Her heftê rojên duşem, çarşem û înê mehkum seetekê bi hev re sohbet dikin. Roja sêşemiyê mehkum bi hev re seetekê basketbolê karin bilîzin û roja înê jî seetekê karin bi hev re woleybolê bilîzin. Bi temamî di heftê de mehkumên li Îmraliyê 5 seeta karin bi hev re derbas bikin.
Li Girava Îmraliyê leşker, sivîl û mehkum heman xwarinê dixwin.
Ocalan di 6 mehên dawiyê de tenê bi brayê xwe Mehmet Ocalan re hatiye ba hev.