Avestakurd – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî der barê Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî yê bûyî sedema alozî û qeyrana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Bexdayê de diyarkir ku lihember derketina dîktatoriyetê hemû rê vekirîne ji hilbijartinê re û got ku "Malikî siyaseta çok tewandinê dimeşîne û li gor wî dê Herêma Kurdistanê razîbe, lê em ji bilî xudê re çoka nadeynin erdê."