Aktrîsta sînemayê û stranbêja ku eslê xwe Kurd e a bi navûdeng Hulya Avşar, bona ku alîkariya saziya bi navê “Bana Binafşî- Mor Çati” bike, ku ev saziya, li dijî şîdeta li hemberî jinan têdikoşe, cilûbergên xwe difiroşe. Li ser malpera înternetê dest bi firotina cilûbergên xwe kir. Di malpera xwe a “Byh.com”ê de, sûretên 7 cilûbergên ku difiroşe weşandin. Di derbarê cilûbergên xwe de agahiyên wek, ku li kuderê, kengî li xwe kiriye, çawa tê şûştin jî dide. Avşar, qezenca ev cilûbergana wê bibexşîne Bana Binefşî. Di hedefa wê de heye ku heta dawiya salê bi vî awayî 100 cilûbergên
xwe bifiroşe.
Hulya Avşarê, kincê xwe yê ku di Mîhrîcana Fîlman a Portaqala Zêrîn de li xwe kiribû, bi bihayê 950 lîreyî derxiste firotinê. Bihayê kincên wê ji 400 lîreyî destpê dike. Tê armançkirin ku, heta dawiya salê 60-70 hezar lîreyî bihevxîne û bibexşîne saziya Bana Binefşî.