Serrûpel Nûçe Keya Îzo li ser çareserkirina pirsa kurd diaxife

Keya Îzo li ser çareserkirina pirsa kurd diaxife

Belav bike

 
Nivîskar Keya Izol dibêje “eger Tirkîye dixwaze pirsa Kurdî çareser bike, tiştekî dizî nemaye di vî biwarî de.  Çima diçe li Îmralî bi Abdullah Ocalan re muzakere çê dike, çima bi gelê Kurd re nake? Li her derê Kurd hene û her roj daxwazên xwe diqîrin.  Çi pêwîst e ku here bi yek kesî re gotûbêjan bike ku esîr e di destê wan de?”

Birêz Izol dibêje ku “daxwazên Kurdan li bakurê Kurdistanê ketîye pêşîya tevgera PKK’ê û hemû daxwazên ku Abdullah Ocalan pêşkeşî Tirkan kirîye.”

Derbarê pirsa Kurdî di çarçova welatên herêmê de, birêz Îzol dibêje “li hemû parçeyên Kurdistanê,  pirsa Kurd yek pirs e.  Hemû maf û azadîyên ku Kurdên Îraqê bidest xistine, jibo parçeyên din jî îro di rojevê de ne.”  

Birêz Izol herwiha got ku divê maf û azadîyên Kurdan li bakurê Kurdistanê kêmtir nebin li başûrê Kurdistanê.

VOA - Dengê Amerîka

Li deng guhdarî bikin

http://www.dengeamerika.com/content/keya-izol/1574835.html