Serrûpel Nûçe Gelo Başûr bi têlên rêsî sînorê Rojava digre?

Gelo Başûr bi têlên rêsî sînorê Rojava digre?

Belav bike
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de cîh girtiye, Rêvebiriya Kurdistana Başûr sînorên xwe yên bi Kurdistana Rojava re bi têlên rêsî digre. Xebatên sînor girtinê li başarê Dêrikê li herêma Koçera, ji aliyê pêşmergeyan ve destpê kiriye. Li gorî ragihandina ANFê, hin pêşmerge bi ANFê re axifîne û diyar kirine ku ev biryara sînor girtinê ji aliyê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federel ve hatiye girtin.
Sînorê Iraq û Suriyê ji sala 1968 an vir ve cara ewile ku bi têlan tê girtin. Pêşmergeyan xebatên xwe yên bi têlên rêsî sînor girtinê, ji gundê Welîd dane destpê kirin.
Tê îdiakirin ku xebatên sînor girtinê, ji gundê Tawûs wê heta peravê çemê Dîcle dewam bike.