Serrûpel Nûçe Divê em miqatê zimanê xwe bin û xwedî lê derkevin

Divê em miqatê zimanê xwe bin û xwedî lê derkevin

Belav bike

Li Ermenîstanê meha cotmeha 2012 bi awayeke fermî perwerdeya Kurdî ya bi tîpên Latînî îro dest pê kir. Ev demeke dirêj e li Ermenîstanê dersên Kurdî hebûn lê bi tîpên Krîlî dihatin dayîn. Perwerdeya Kurdî ya Latînî bi fermî li dibistanên gundên Kurdan ji dibistana seretayî heta amadeyî hat destpêkirin.

Meha cotmehê li gundê Elegezê yê herêma Axbaranê ya Ermenîstanê, perwerdeya zimanê Kurdî ya bi tîpên Latînî bi merasimekê, bi beşdariya Serokê Mamosteyan, mamosteyên dersan, Berdevkê Qeymeqamê Axbaranê dest pê kir. Dewleta Ermenîstanê di sala 2010-ê de perwerdeya Kurdî ya bi tîpên Latînî qebûl kiribû, lê ji ber piştgiriya aborî nehat dayîn, ders tenê di polên 1 û duwem de dihatin dayîn.

Bi vî awayî dê ji îro û pêve li dibistanên Elegezê bi tîpên Kurdî yên Latînî dersên bi zaravayê Kurmancî bên dayîn. Îsal, dewleta Ermenîstanê fon ji bo dibistanên Kurdan ên bi tîpên latînî veqetand û pirtûkên bi zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî hatin derxistin. Pirtûkên dersan ji aliyê nivîskar û helbestvanê Kurd Elîxanê Memê ve hatin amadekirin.

Derbarê mijarê de, nivîskarê Kurd Emerîkê Serdar ku 45 salan di rojnameya Riya Teze de xebitiye, bi tevayî 56 salan bi zimanê Kurdî nivîsandiye, bersiv da pirsên ANF-ê.

Birêz Emerîkê Serdar tu dikarî hinekî ji me re behsa dîroka zimanê Kurdî ya li Ermenistanê bikî?

Ez jî dibejim hûn bi xêr hatin û sersera ser çavan. Ez bêjim; beriya Sovyetê li vir Kurdê Êzdî û misilman diman, dibistanê wan tine bûn û dersdarê wan jî tine bûn, lê xwendiyên wan jî gelekî kêm bûn, hejmarê tiliyan derbas nedikirin. Yê xwendî jî ku hebûn wan jî li ser zimanê Rusî xwendibûn û bi tîpên Rusî hîn bûbûn. Wê demê ku li Ermenistanê di nava Sovyetê de hat texsitkirinê, wê demê Sovyetê destpêkê guh da ser ziman, çand û kultura miletê kêmaran.

Helbet, Sovyetê jî dixwest bi rêya van miletan porpoganda xwe bikin û berjewendiya xwe pêşda bînin û wan gelê di nava xweda bikişînin alîyê xwe. Sala 1921-ê hikûmeta Ermenistanê sipate şixwelkarekî partiya “Hençak” Abok Xazariyan, lê Kurda jê re digotin Lazo an jî digotin apê Lazo, weke ew ji bo ders û wejaya Kurdî tîpên Kurdî amade bike, lê bes wî li ser bingaha tîpê Ermenî çêkir, tipên Ermenî jî 39 herf in weke hûn dizanin, lê ew dengên Kurdî di nav tîpên Ermenî de nabin, ew deng tune ne , lê wî çikir?, wî jî hinek tîp, niqte, neynok danîn ser û dan ber û bi vî awayî çêkir.

Di sala 1921-ê d, di salên li bajarê Îçmezînê de, pirtûka wî ya ji bo dersê, bi navê Şems derket. Niha dibe ku bibêjin çima navê wê şems danîbûn, lê wî bi mebest navê wê pirtukê danîbû Şems. Navê dînê Ezdîtî danîbû da ku Kurdê me yên Êzdi zarokên xwe bişînin dibistanê û bixwînin. Ji ber ku wê çaxê, ez nizanim li welat çawa nêzîk dibûn lê li vir, Şêx û gelek terîqê me Kurda nedihiştin ku zarokên Kurdan biçin dibistanê û dînê xwe Êzdîtiyê bixwînin; loma wan digotin xwendin ji bo dînê me Êzdîtiyê guneh e, digotin bila kes nexwîne. Ji ber wê yekê jî Apê lazo bi mebest navê dînê Êzdatî danîbû û kiribû Şems. Lê dîsa jî camêr gelekî ked dabû, ewî ji bo miletê me kar kiribû, her çiqasî hinek kêmasiyên wê hebûn jî, lê dîsa jî baş bû.

Lê piştre çima hinekî guhert? Tu dikarî behs bikî?

Paşê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Ermenîstanê ti şaştî ango xetere di pirtûkê de nedîtibûn. Yek ew ne li gorê zimanê Kurdî ye, tam dengê zimanê Kurdî dernaxe, ya dudan jî wê elfabayê, wê asimlasiyona zimanê Kurdî di nav Ermeniyan de zêdetir û zûtir belav bikira , loma bi tîpên Ermenîyan, di nav Ermeniyan de wê bibe sedema asimlasiyona zarokê Kurdan. Ji ber wê jî gotin ku pêwiste ev elîfba were rakirin û di dewsa wê de yeke latinî were amedekirin.

Ew kar jî dan Îshak Maragolov ê Asurî û Ereb Şamîlov ê Kurd (Erebê Şemo) Îshak Kurdî baş dizanî bû. Di 1919-ê de, berî qeydê testiq kirine a Ermenistanê û Gurcistanê û Azarbacanê, di nava Sovyete de, kovarek derdiket, navê wê kovarê jî çand û nivîsar bû, bi zimanê Rûsî derdiket. Wî di wê kovarê da gotarek nivisî û tê de gotibû pêwîste zimanê Kurdî derbazî tipê latînî bibe, bi ya wî bi tîpên latînî Kurdan dikarîbûn pêşî li asîmîlasyonê bigirin.

Êdî, Îshak Marovgolo û Erep Şamîlov ew kar dane pêş xwe û pirtûk amade kirin. Bi rastî jî ez naxwazim pirtûka Celalet Bedirxan rexne bikim ango tiştê nebaş bêjim, kêmasiyên wê bibêjim ne di cî de ye jî, gotin jî ne li ser wê ye. Lê birastî wan ev pirtûk (elîfbaya Kurmancî) amade kirin û pir baş bû , tam li gorî deng û qirika Kurdî bû, %100 li gorî dengên me bû. Mînaka di ya Bedirxan da û heye; ku tu kumik navê ser dibe u lê ku tu wê kumikî davêje serî dibe û lê li cem ne av nebû. Mesela van dewsa wê da ya golover serda du niqte hene; ‘’ö’’ dadanî ew di almanî de heye (dibejin şörovder).

Hê gelek tiştên din jî danîbûn lê ez dixwazim bejîm elefbeyek gelek baş bû. Navê wê elifbayê danibûn, ‘’Elîfbaya Zimanê Kurmancî’’. Paşê jî kursên mamostetiyê (dersdara) vekirin, her mamoste diçûn kursa zimanê Kurdî û hîn dibûn. Serkariya vê komê jî Hagop Xazariyan û Îshak Maragolov dikir, ji vana yek Ermenî bu yek jî Asurî bû.

Wê çaxê mamostê ku bikaribin dersên Kurdî bidin, hebûn? Rojê çend saetan ango çend ders didan?

Mamosteyê destpêkê navê wî Elîxan bû. Bawer im ji gundê Şamîranê bû, yek jî Nurê Polatof bû, lê tişta baş çibû tu zanî? Li wan dibistanên li gundê Kurdan, hemu ders bi Kurdî bûn. Biyoloji kimya ziman dîrok, çand, kultur, matematik, hema hemû ders bi zimanê Kurdî dihat dayin. Li ser vî hîmî êdî hikûmeta Ermenistanê dest pê kir ku hemu pirtûkên dersa çêbikin û çap bikin, mamoste amade kirin û Kolêja amedekirina mamostayan jî hat vekirin û hemu tişt bi latînî bû. Heta li ser wî hîmî rojnamaya Riya Teze derket. Cara yekê bû ku di sala 1934-an de li Êrivanê konferansa temamîya Sovyetê ya Kurdzaniyê li ser pirsa Kurdî derbas bû û gelek biryarên baş hatibun qebûlkirin, vê yekê heta dawîya sala 1938-an dom kir, heta wê çaxê her tiş bi zimanê Kurdî bû. Di dibistanên gundê kurdan de her tişt bi tîpê latînî bû, rojnameya Rêya Teze derdiket, bi tîpê latînî pirtûkên me derdiketin, bi tîpê latînî bi zimanê Kurdî, her tişt gul û gulîstan bû.

Piştî 1938-ê çi bû? Tu dikarî behs bikî?

Piştî 1938-ê, serkarêkî Sovyetê hebû, bi navê Gîrov. Girov li Rûsya, li Lenîgiratê hat kuştin û ev bû sedem ku dest bi terora mezin bikin, di temamîya Sovyetê de, jê re digotin, ‘’paqijkirina nav partiyê’’. Weke ez bibêjim digotin, ew kesên ne li gor wan bûn, hemû ji nav partiyê derdixistin, surgun dikirin, ev bû sedem ku piştre jî dest bi pirsa ziman û çandê jî kirin. Di wê demê da civînek çêkirin. Di wê de bi çivîneke serkarîya Stalîn gihiştin wan biryaran ku heta ew gelên ku hetanî şoreşa Oktoberê nivîsara wan xwe bi xwe tine bû , ew hemû pêwîst e derbasî tîpê kirîlî bibin. Ji ber ku hetanî wê çaxê hemû bi tîpê latînî bûn. Ji wan hemû gelê ku di nava Sovyetê de diman, tenê du gel rizgar bûn, ew jî yek Ermenistan bû yek jî Gurcîstan, yê mayî hemû derbazê kirîlî bûn, ji ber ku Ermenî û Gurcî ji berê de nîvîsara wan bi xwe hebû.

Hemu dewletê yekbûyî yê Kafkasyayê derbasî kirîlî bûn, Qezekistan, Azaraycan, Qirgizîzan, Tacîkistan û hwd hemu derbasî Krîlî bun. Lê mixabin yê Kurdan ew jî nedan. Hemu hatin dadanê, rojname hebû kolêj hebû, pirtukên dersan hemû hatin berevkirin, paşê dîsa vegerî ser Kurdan.

Di sala 1944-an de wextê şerê cîhanê yê duyem, Wezereta Ermenistanê ya Ronakbîriyê biryar da ku Kurd pewiste derbasî tîpê Krîlî bibin. Teze dîsa komîsyon hat sazkirin û yê ku di nav wê komîsyonê de cî girtin, Nado Maxmodov, Heciyê Cindî, Eminê Evdal, û komek zimanzanê û elimdarê Ermenî bûn. Wan di sala 44-ê de pirtûkek bi tipê kirîlî ji bo dibistan û çand û wêjêya Kurdî hazir kirin, bi teybet vê carê jî ji koma duduya dest pê kirin hazir kirin û wextê wê jî kin kirin bawer dikim wê demê di heftê de 2 saeta didan. Ew jî tenê ziman û edetê Kurdî û edebiyata Kurdî didan. Di bernamê de dinivisand, digotin bila tenê zarokê Kurdan ji bo zimanê xwe û edetê xwe ji bîr nekin ev ders tên dayîn. Lê ez vê jî nebêjim wê kêm bimîne.

Ji ber ku heta vê axirê nedihiştin em kitêbê xwe jî bi tîpê latînî derînin, ji ber pirtukê me hemû heta 2000-î hemû bi tîpê kirîlî ne. Rojnamame Riya Teze jî nedihiştin ku bi tîpên latînî derxinin. Lê min û çend ronakbîrê me, me bi hikmê zora xwe da ber û me got weha nabe , hemu miletê me yê ku bi kurmancî xeber dide latînî dinivisîne, pêwîste ji vir û şûn de rojname û pirtûkên me hemu bi tîpê latînî derkevin. Paşê di wezarata dewletê de hat qebûl kirin. Di sala 2000-î de, me daxwaznamyek nivisand da Wezarata Çapê û me got em dixwazin rojnama Riya Teze û pirtukên me bi tîpê latînî derxînin, lê destpêkê xwe eciz kirin gotin nabe felan bêvan, paşê me got çima ji ber ku milete me hemu li welatê Kurdistanê bi tîpê latînî dixwînin, kes nikare bi kilîrî bixwîne, lê axirê wezaretê qebul kir. Niha ji 2000-î û vir de, hem pirtûkên wejeyî lêkolînên dirokî û dersê zimanê Kurmancî û Riya Teze, hemî di nav de bi tîpê latînî ne. .

Niha rewş çi ye?

Vê demê jî hûn dizanin Kurdî di dibistanan de dersê zimanê Kurdî bi latînî dibin. Niha li 21 gundê kurdan hemu dersê zimanê Kurdî bi tîpê latînî ne. Pirtûka ji yekê heta çara, ji aliyê Elîxanê Memê vê hat amedekirin. Yanê ji alîyê Wezareta Çand û Ziman ve komek tê dayin heta koma 12-ê wê defter derkevin û zarokê hemu dersa biwînin.

Lê rêzdar apê Emerîk, di dibistanan de zimanê êzdîkî jî heye? Tu çi dibêjî?

Erê bi rastî jî ew nexweşiya me ya mezin e. Xwedî giravê niha li vir Êzdîkî jî heye di dibistanan de, ew jî bi tipê kirîlî derbas dibin. Ev vê axirê wexta heyeta ruhaniya hat vir, Mîr Tehsîn û bi heyeta xwe ve li wir belgefilmek dabûn nîşan, di wê belge filmê de dibejin ew elifba Îshak Maravgolov û Ereb Şamîlov çêkirî, di wir de dibejin bi Êzdîkî çekirine. Mala we bişewete law ma zimanê Êzdîkî ji ku hatiye çavê min, hûn bi xwe xwe dikin sosret. Yek zimanê kurmancî heye ew jî Zaravayê Kurdî ye . Ez di dawiyê de dibejim şikur ji roja îro re di dibistanan de zimanê Kurdî derbas dibe, zarok dixwînin bi zimanê diya xwe, evan pir tiştikî bi qîmet e. Zarê me di vê qernê bist û yekan de digejin hevdu, bi rêka İnternetê li her çar parçên dinyayê .

Lê tiştik heye ez wê nebêjim bawer kim wê kêm bimîne. Ermenistan tenê dersa ziman û weje û çandê dide, bi zimanê Kurdî, bi gûmana min hê baştir e. Ji ber ku di her qada jîyanê de perspektifê we tine, tam ji ber wê jî niha wiha baştir e. Ji bo ku zarokên me zimanê xwe ji bîr nekin û urfu edetê xwe hez bikin, ji ber ku curê din imkan tuneye Ger ku dewleta me hebe dibe ku di hemû xalan de em bi zimanê xwe pêş de werin.

Di dawiyê de gotineke te heye?

Ez di dawiyê de dixwazim tenê vê bibêjim, ez ji we re dibêjim zor spas ku hûn wextê xwe û gudariya xwe didin ser wê çand û kultura me ya kevnar û hûn tên me guhdarî dikin zor spas. Lê ez tenê tiştekî bêjim ku em miqatî zimanê xwe nebin û xwedê neke em zimanê xwe wenda kin, emê ji holê rabin. Mezinan gotiye ku tu dixwazî miletekî tune bikî, berê her tiştî zimanê wî jê bigirî. Lê ku em li zimanê xwe xwedî derkevin û miqate bibin, çiqas jî me bikujin nikarin me tune bikin, ji bo wê yekê ez her dibêjim miqate, miqatê zimanê xwe bibin.”  (Bas – news -  Harûn Hêvî)