Serrûpel Nûçe Şandeke MIT diçe Qendîlê

Şandeke MIT diçe Qendîlê

Belav bike
Rojnamevanê rojnameya tirkî Akşam, Mete Çubukçu di nivîsa xwe de got ku şandeke MIT xwe amade dike biçe Qendîlê û hevdîtina ligel berpirisyarên PKK bike.

Mete Çubukçu dibêje: “Şandeke MİT wê biçe Qendîlê, heta niha em nizanin wê di nava wê şandê de kî hebe… lê wê ev şand peyama Ocalan bigihîne Qendîlê.”

Weke tê zanîn rojnamevan Çubukçu xwediyên gelek pêwendî û agahdariyên balkêş e, bi taybetî yên bi MIT re pêwendîgir.

AVESTA KURD