Serrûpel Nûçe “TRT6 bi zimanekî biyanî weşanê dike“

“TRT6 bi zimanekî biyanî weşanê dike“

Belav bike
Ji aliyê Egîtîm-Sen’ê ve semposyûmeke bi navê “Sempozyûma Perwerdehiya Pirrzimanî” hate lidarxistin. Di sempozyûmê de ligel Serokê Enstîtuya Kurdî a Stenbolê Zana Farqînî, Serokê Komeleya Çanda Lazan Mehmet Alî Beşlî, ji Komeleya Çanda Qafkasan Sînem Vatanartiran, ji MEZO-DERê
Muzafer Îrîs û mamosteyê Erebî Yusuf Ariş beşdarî sempozyûmê bûn û axifîn.
Serokê Enstîtuya Kurdî a Stenbolê Zana Farqînî, di axaftina xwe de anî ziman ku, ji ber têgeha yek netewî a dewletê, hatiye xwestin ku mirovên dişibine hev (yek tîp) bêne gihaştin û têde çû, “mezinên me jî ji me re digotin ‘bixwînin ku hûn bibine mirov.’ Mirovbûn, Tirkbûyîn bû, bi Tirkî axaftin bû. Ji hemû kesên ku ne Tirk bûn re ev polîtikaya hatiye meşandin. Di vir de ferqa Kurdan ev e: Kurdan her tim berxwe dan. Di nav Kurdan de çanda berxwedanê hebû.
Li hemberî asîmilasyonê berxwe dan û berdêla vê jî pirr gran dan, hîn jî didin. Zimanê Kurdî ne ji pirsgirêka Kurd re cuda ye. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, tenê bi perwerdehiyê çareserî nayê.”
Farqînî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, “tenê li dibistanan fêrbûna ziman bes nake, pêwiste ziman di her qada jiyanê de were bikaranîn. Asîmilasyon îro jî bi awakî ziravkirî dewam dike. Mînak TRT Şeş, ew bi Kurdî weşanê nake. Li gorî me bi zimanekî biyanî weşanê dike.”