Serrûpel Nûçe “ANF roleke xerab ji bo Kurdên Sûriyê dilîze“

“ANF roleke xerab ji bo Kurdên Sûriyê dilîze“

Belav bike

 

 

ANF’ê di nûçeyeke xwe de bêyî ku ti belgeyan pêşkêş bike, çar partiyên Rojavayê Kurdistanê ku vê dawiyê yekîtiya siyasî di navbera xwe de pêk anînîbûn bi sîxûrên Tirkiyê tomet bar dike û dibêje: “Ew di bin kontrola hêzên herêmî de ne û dixwazin gelaciyê li Rojavayê Kurdistanê bikin.”

Di vê derbarê de sekertêrê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdûlhekîm Beşar di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re wiha got: “Ji PKK’ê tê xwestin ku şerê me bike û her ku rejîma Esed lawaz dibe, dest bi xirab kirina navê me dikin û li Rojavayê Kurdistanê astengiyan ji me re çê dikin.”

Ev demeke di navbera çend partiyên kurdî yên rojavayê Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de derketiye hole. Berî çend rojan şer û pevçûn di navbera PYD û Partiya Yekîtiya Kurd li bajarê Dirbêsiyê çêbû.
Biradost Azîzî -(Rûdaw)