Serrûpel Nûçe “Daxwazên Ocalan zorê nade dewletê”

“Daxwazên Ocalan zorê nade dewletê”

Belav bike

Li meclîsa Tirkiyê koma BDPê îro civînek pêk anî. Civîna BDPê qasî 5 seeta dewam kir. Di civînê de hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatine gotûbêj kirin.
Piştî civîna ji çapemeniyê re girtî, Hevserokê KCDê Ahmet Turk, ku heftekî berê çûbû Grava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, daxuyaniyeke kin da çapemeniyê.
Ahmet Turk anî ziman ku daxwazên Ocalan dewletê di zorê de nahêle. Ev daxwaziyana li her dewleteke demokratîk bi hêsane karin bêne bicîhanîn.
Ahmet Turk diyar kir ku hêviya wan bi vê pêvajoyê heye.