Serrûpel Nûçe Yawer: Sînor vekiriye

Yawer: Sînor vekiriye

Belav bike
Berdevkê wezaretê her wiha got, nûçeyên ku dibêjin başûrê Kurdistanê sînorê bi rojava re têl kiriye ne rast in, sînor vekiriye.

Cebar Yawer ragihand ku wê roja sêşemê (sibe) çandek ji hikûmeta Kurdistanê biçe ser sînor û kontrol bike.

Yawer got sînor 27 kîlometran dirêj dike, ew vekiriye, tenê 700 metre hatiye têl kirin, ew jî di bin kontrola pêşmergeyan û artêşa Iraqê de ye, li wê derê valabûn heye û ji ber sedemên ewlekariyê hatiye têlkirin. Wekî din sînor vekiriye.

Yawer got  tevî ku di warê yasayî de pêwendiyên ticarî li ser wî sînorî nayên kirin, dîsa jî hikûmeta Kurdistanê bi her awahî hewl dide ku alîkariya gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê bike.

AVESTA KURD