Rewşa Serokomarê Iraqê û Rêberê YNKê Celal Talabanî roj bi roj ber bi başiyê ve diçe. Karbidestê YNKê Dr.Fuad Masum, li ser malpera fermî a YNKê, di derbarê nexweşiya Talabanî de agahî dan. Hatiye diyarkirin ku Talabanî, li nexweşxaneyê girtine beşeke din û wî dest bi tedawiya fîzîkî kiriye.
Daxuyaniya Dr.Fuad Masum wiha ye: “Ji vir û pê ve dermankirina Mam Celal, li nexweşxanê di beşa tedawiya fîzîkê de wê dewam bike. Bi vê tedawiyê wê baştir karibe hereket bike. Heyeta bijîşkan a Serokomariyê ew ziyaret kirine û diyar kirine ku Mam Celal kariye rabe ser linga û li ser kursiya normal rûne. Dîsa şêwirmendê wî yê berê Dr.Abduletîf Reşîd jî aniye ziman ku Mam Celal bi wî re axifiye, heta bi sê zimana axifiye.”
Serokomarê Iraqê Celal Talabanî ji 20ê Berfenbarê vir ve li Almanya li Nexweşxaneya Charite tê dermankirin.