Her wiha rêjîma Malikî, hejmarek tankêrên petrolê (gaz, mazot, benzîn) û mîlyonek dolar ji Partiya PYD (Partiya Yekîtiya Demokratîk) şandine.
Li gora wan agahiyan hikûmeta Iraqê, roja 04.01.2013 seet 17.00, 50 tirên dagirtî ku melzemeyên eskerî têde bûn, ji parêzgeha Diyale ya Îraqê, di sînorê bi navê Rabîa re derbasî Sûriyê kirin û teslîmî berpirsiyarên eskerî yê Sûriyê yên li ser sînor kirin.
Li gora wan agahiyan, ew 50 Tir ji aliyê konvoyeke eskerî ve hate parastin.
Ew melzemeyên eskerî ji Iranê dihatin.
Li aliyê din hate zanîn ku piştî hevdîtina serokê PYD (Partiya Kurd li Sûriyê ku nêzîkî PKK ye) Salih Mislim ligel serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî, Malikî soz daye ku alîkariye madî ya baş ji bo PYD pêşkêş bike, ev yeka jî li ser daxwaza Iranê çêbûye.
Li gora rojnameya BAS ku li Hewlêrê derdikeve, weke destpêk, Malikî mîlyonek Dolar û gelke tankêrên petrolê weke diyarî daye PYD.
Armanc jê ewe ku hêza PYD li herêma Kurdan xurt bibe û rê li ber dest-têwerdana Tirkiyê û bi taybetî hêzên başûrê Kurdistanê were girtin.
Ev alîkariya ku ji bo PYD hatiye dayîn, heta niha ji aliyê PYD ve nehatiye eşkere kirin û nayê zanîn bê ew petrol û pere bi ku ve çû ne.
Weke tê zanîn heta niha jî li herêmên Kurdan li Sûriyê milet perîşan , bê gaz, mazot û benzîn e, milet xwe li ber text û daran germ dike. Şîr tune ku dayîk bidin zarokan.
Li gora jêderên taybet ku ji herêma Kurdan li Sûriyê tên, li hinek cihên Qamişlo û Heseke, PYD li heval û piştgirên xwe hinek sotemenî belav kiriye. (AVESTA KURD)