Her di bi sîlehên di serê xwe de hatine kuştin.
Heta niha nayê zanîn bê ew ji aliyê kê ve û bi çi mebestê hatine kuştin.
Polîsan got Cansiz û Dogan di serê xwe de hatibûn qurşînkirin, Söylemez jî di zikê xwe.
Polîsan diyar kirin ku dibe sîleha bêdeng hatibin bikar anîn.
Peyamnêra Ozgur Polîtîka Selma Akkaya dibêje dema ku ew li Fidan Doğan geriya ye û deng ji wê nehatiye, hinek hevalên wan derdora seet 01.00 diçin Kurdistan Komîte, dibînin ku şopên xwînê li ber derî hene, dikevin hundir her siyan kuştî dibînin.
Serokê Federasyona Komeleyên Kurd Mehmet Ulker dibêje, bîroya ku ew têde hatine kuştin li ser cadeya sereke ye û gelek çûn û hatin lê heye, kesên ku bi kuştinê rabûne gelekî profesyonel karê xwe kirine, dibe ku ew di navbera seet 18.00-19.00 de hatibin kuştin.
Lê kesên ku ji nêzîk ve pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê dişopînin dibêjin mebest ewe ku pêvajoya hevdîtinên serokê PKK Abdullah Ocalan û hikûmeta Tirkiyê sabote bikin.
Cîgirê Serokê AKP Huseyn Çelik got ew ji aliyê hinek kesên di nava PKK bi xwe de hatine kuştin.
Berpirsiyarekî KCK Zubêr Aydar jî got, destê wan kesan di kuştinê de heye ku dixwazin hevdîtinên ligel Abdullah Ocalan sabote bikin.
Wezîrê hundir yê Frensa Manuel Valls çû cihê bûyerê û got ku wan dest bi lêkolînekê kirine.
Weke tê zanîn Sakine Cansiz (1957 Dêrsim) yek damezrênerên PKK bû. Ew sembola berxwedanê de bû di zindanan de û her demê weke nimûneya jinên şoreşger di nava PKK de dihate nîşandan.
AVESTA KURD