Li ser navê Yekitiya Berbangê, Serokê Kurdên Kazakistanê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm derbarê qetilkirina Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Soylemezê wiha got:
“Di pêvajoyeke ku li Tirkiyê hevdîtin û hewldanên aştiyê di bin pêşengiya Abdullah Ocalan û Dewleta Tirkiyê de pêk tên de, êrîşa li Parîsa Fransayê ku bû sedema qetilkirina sê jinên kurd ên şoreşger, ji bo me bû sedema dilêşî û xemgîniyeke mezin.
Ji ber êrîşa pêkhatî, bi qasî ku em xemgîn bûne, her wiha kiriye ku em şaş û metel jî bimînin. Bûyer, bûyerek e tarî ye û divê di demeke nêz de were ronîkirin.
Gelê kurd di tarîxê de rastî gelek komkujî, zilm û zordariyên mezin hatiye. Lê cara yekem e ku rastî hovîtiyeke wiha qirêş û dilqelêq tê. Ji berk u bûyer li Ewropaya ku dergûşa demokrasî û azadiyê ye pêk hatiye, xembariya me jî zêdetir bûye. lewre jî divê dewleta Fransayê tevahiya derfetên xwe bixe nava liv û tevgerê û vê bûyera plankirî û profesyonel eşkere bike û kujeran derxe meydanê.
Di komkujiya Parîsê de ne tenê sê jinên me yên qehreman hatine qetilkirin, her wiha aştî û demokrasî jî hatiye qetilkirin.
Dijminên gelê kurd divê ji bîr nekin ku bûyerên wiha ji dêvla ku gelê me parçe bike, zêdetir bi ser hev de tîne û dike yek. Divê neyê jibîrkirin ku hesin her ku tê hedadkirin, dibe pola û pola jî tu caran xwar nabe…”