Serrûpel Nûçe Kuştina her sê kulîlkan, kuştina aştî û demokrasiyê ye!

Kuştina her sê kulîlkan, kuştina aştî û demokrasiyê ye!

Belav bike


 


 

Gulşena Mûsayê Beşkî, qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemezê, mîna bûyereke hovane û dij-mirovayetî nirxand û diyar kir ku bi kuştina kurdan his û dilsoziya kurdan ne ku kêm dibe, lê zêdetir dibe.

 

Daxuyaniya Berpirsiyara Weşanxaneya Zengezûrê û Aktîvîsta Jinên Kurd Gulşena Mûsayê Beşkî bi vî awayî ye:

 

“Dijminên gelê kurd careke din çavnebariya aştiya kurdan kirin. Ew aştiyeke birûmet jî ji bo me zêde dibînin. Bi kuştina her sê kulîlkên me, aştî, biratî û demokrasiya me jî birîndar kirin. Lê kengê hebe emê aştiyeke birûmet bi dest bixin.”

 

Gulşena Mûsayê Beşkî bal dikişîne ser dema qetlîamê û wiha berdewam dike:

 

“Ev pêvajoyeke gelek hesas e. Di demeke ku di navbera kurdan û dewleta Tirkiyê de hevdîtin û hewldanên aştiyê pêk tên de, ev bûyera hovane û dûrî însaniyetê, dike ku fikarên mezin di serê me de çêbin. Gelê kurd wê tu caran kujerên hov ên van her sê kulîlkên kurdan jî bîr neke û her dem lanetê li wan bibarîne.”

 

Di dawiya bangawaziya xwe de Gulşena Mûsayê Beşkî bang li dewleta Fransayê dike û dibêje:

 

“Parîs navenda demokrasî ye ye. Divê dewleta Fransayê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve bixebite ku van qatilên profesyonel bibîne û gumanên heyî ji holê rake. Heta ku Fransa kujeran nebîne, ewê li ber çavê gelê kurd bi guman were dîtin.”

 

Gulşena Mûsayê Beşkî ev demek e ku Berpirsiyariya Weşanxaneya Zengezûrê ye ku weşana xwe li Bîşkeka Kirgizîstanê dike.