‘Tiştê ku li Sûriyê diqewime ne şoreş e’
Rûdaw: Niha Sûrî gihiştiye kîjan qonaxê?
Salih Muslim: Sûrî di rewşeke bê mînak de derbas dibe. Mirov nikare bêje tiştê ku diqewime şoreş e. Tiştê ku tê kirin ne di xizmeta azadî û demokrasiyê de ye, lê şereke li ser desthilatdariyê. Sê hêz şer dikin, yek ji wan hêza rejîmê ye ku heta îro naxwaze dev ji desthilatê berde û bawer nekiriye ku divê dev ji desthilatê berde. Heta niha jî wiha difikire ku dikare bi şer û kuştinê bûyeran kontrol bike. Hêza dijberiyê jî bi heman lojîka rejîmê dixwaze rejîmê tine bike. Lojîk û fikirîna wan ne guheriye. Li hember van herdu lojîkan jî lojîka çareseriyê derdikeve. Bi dîtina vê lojîkê, herdu aliyên din nikarin hevdu tine bikin, bi kuştina hezarên kesan jî ev mesele çareser nabe. Aliyek dibêje min ji sedî 80yê deveran kontrol kiriye, baş e tuyê ji sedî 20ê din kengî xilas bikî? Ji bo vê yekê em bi dengekî bilind dibêjin dem dema çareseriya siyasî ye. Çareserî jî girêdayî wê yekê ye ku herdu aliyên şerker dev ji ramana hevdu nehiştinê berdin. Lewra her ku diçe lojîka çareseriya siyasî ji bo bidawîanîna komkujiya Sûriyê xwe ferz dike. Bawer dikim hêzên navnetewî jî ber bi vî alî de diçin.
Yanî hêzên navnetewî piştevaniya mabûna Beşar Esed dikin?
Salih Muslim: Mesele ne çûn an neçûna Esed e, mesele girêdayî xirabî û wêranbûna welatekî ye. Eger mesele Esed be, dikarin rêyekê jê re bibînin, daku dev ji desthilatê berde, lê mesele ne ev tenê ye. Dikarin çareseriyeke siyasî bibînin, heta îro yan du heyvên din here. Mesele girêdayî dîtina şêwazekî çareseriyê li derveyî kuştinê ye.
Bi dîtina we hêzên navnetewî mîna civîna Cenevreyê di Hezîrana borî de vê carê jî ji bo gengeşekirina rewşa Sûriyê dicivin û wê li hev bikin?
Salih Muslim: Di civîna Cenevreyê de biryar dan ku hêzeke navnetewî bi rêveberiya NY bişînin Sûriyê, lê wiha nekirin, ji ber ku hinek alî pêbendî wê civînê nebûn. Ji bo cîbicîkirina peymana Genevreyê dibe ku civîna duyem a Genevreyê bê sazkirin.
Ew civîn ji bo wê yekê ye ku hêzên navnetewî derbarê Sûriyê li hev bikin?
Salih Muslim: Bêguman çareserkirina pirsa Sûriyê girêdayî lihevkirina hêzên navnetewî ye.
‘Pirraniya planên Rojava bi destê Tirkiyeyê tên bicihkirin’
Li Rojavayê Kurdistanê çi diqewime?
Salih Muslim: Pirsgirêkên Rojava heman ew pirsgirêk in ku Sûrî ji ber wan dinalîne. Lê ew plana ku li ser Rojavayê Kurdistanê birêve diçe bi awayekî din e. Pirraniya planên Rojava bi destê Tirkiyeyê tên bicihkirin. Ligel destpêkirina bûyerên li Sûriyê, Tirkiyeyê destê xwe xist nav bûyeran. Tirkiye dixwest Kurd xizmeta xelkên din bikin, dixwest Kurd xizmeta wê hêzê bike ku wan dixwest. Yanî dîroka Kurdan ku çawa xizmeta kesên din kirine li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê bide dubarekirin. Dixwest Kurd bibin xizmetkarên Îxwanên Sûriyê. Kurd neketin wê xefikê. Sal û nîvekê ew plana wan neçûye serî, vê carê bi awayekî leşkerî xwe ceribandin. Xwest deverên kurdî ku aram bûn, ku hembêza xwe ji hezaran xelkê Helebê û bajarên din re vekiribûn, têk bibe. Tirkiyeyê çete û rêgirên xwe tevdan, daku êrişî Kurdan bikin, pêşî li Helebê û Eşrefiye û Efrînê xwe ceribandin, dûre jî li Serê Kaniyê xwe ceribandin. Di heman demê de hewldanên wan bo derxistina şerê Kurd û Kurdan destpêkir, pere dan hinek aliyan, çek dan hinek aliyên din, hêz bi navê Kurdan dirust kirin. Yanî dixwazin dîroka Kurdan dubare bikin, çawa li Başûr cehş hebûn, çawa li Bakur cerdevan hebûn, dixwazin heman tiştî li Rojavayê Kurdistanê dubare bikin. Digel hewldanên zêde jî, ev plan bê encam ma. Bo vê yekê jî îro Rojavayê Kurdistanê dorpêç kiriye, Kurdan bê nan dihêlin, bê sotemenî dihêlin, dizanin li welatekî ku sotemenî nebe çi tê serê wî. Yanî otomobîl, fern, elektrîk û her tiştê din radiwestin. Artêşa Azad li başûr nahêle kamyonên sotemeniyê bêne deverê, Tirkiye jî li bakur heman tiştî dike.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwaza wezareta derve ya Tirkiyeyê bo serdana Tirkiyeyê red kir. ENKSê ragihand ku tenê li jêr navê Desteya Bilind a Kurd (DBK) serdana Tirkiyeyê dikin. Bi dîtina we helwesteke yekbûyî li Rojava çêbûye?
Salih Muslim: Em aşiqên yekîtiya gelê kurd in, lê dijwar e di hembêza Tirkiyeyê de ew yekîtî çêbibe. Rejîma Tirkiyeyê hebûna xwe di nebûna Kurdan de dibîne. Ew qebûl nakin DBK nûnera Kurdan be. Îro bi beşdariya Davutoglu civînek li Rihayê tê sazkirin, ji ber çi ye? Ji ber wê yekê ye ku Kurd ligel hevdu şer bikin. Çima Tirkiye ENKSê qebûl dike û DBKê qebûl nake?
Helwesta ENKSê li gor we baş e derbarê neçûna wan bo Tirkiyeyê?
Salih Muslim: Pirr baş e.
Eger Tirkiye DBKê qebûl bike, hûn amade ne ku herin Tirkiyeyê?
Salih Muslim: Eger qebûl kir, amade me ligel wê desteyê serdana Tirkiyeyê bikim.
‘Serdana me bo Bexdayê li ser daxwaza Mam Celal bû’
Weke Desteya Hevahengiyê, armanca serdana we ji bo Bexdayê û civîna we bi Malikî re çi bû?
Salih Muslim: Ev demeke weke Desteya Hevahengiyê me dixwest serdana Bexdayê bikin, lê ji ber lihevnekirina demên diyarkirî ev serdan nehat kirin. Vê carê Mam Celal bi rêya wezareta derve ya Iraqê daxwaz kir ku Desteya Hevahengiyê serdana Bexdayê bike, her wî bi xwe jî bernameya serdanê danîbû. Daxwaz kiribû ez jî ligel şandê serdana Bexdayê bikim. Me weke Desteya Hevahengiyê serdana Bexdayê pejirand. Yanî serdana me li ser daxwaza Mam Celal bû, ji bo rûniştina bi Mam Celal re em hatin Bexdayê, lê mixabin wê şeva ku em gihiştin Bexdayê ew nexweş ket. Lewma em bi Malikî û Zêbarî re rûniştin.
We bi Malikî re behsa çi kir?
Salih Muslim: Civîn taybet bû bi rewşa Sûriyê, ji ber Desteya Hevahengiyê aliyekî dijberiya Sûriyê ye, Malikî pirsyar derbarê rewşa Sûriyê de kir. Herwiha xwest nêrîna me derbarê çareseriya krîza Sûriyê de bizane. Malikî vekirî got: “Rejîma Baasê ya ku hûn li dijî wê şer dikin, di dema borî de li ba me hebû, ji bo me cudahî di navbera Beşar û Saddam de tine. Hûn îro şer li hember wê rejîmê dikin ku me gellek salan li dijî wê şer kiriye. Li derveyî meseleya çekan, tiştê pêwist be bo berjewendiya gelê Sûriyê emê bikin.”
Civîna we ligel Hoşyar Zêbarî çawa bû?
Salih Muslim: Civîna Zêbarî pirr baş bû. Wezîrê derve yê Iraqê xwest bizane Desteya Hevahengiyê bo krîza Sûriyê çawa dirame. Ji ber ku timî Desteya Hevahengiyê li paş maye, ji ber xatirê Tirkiyeyê û rojava û Ewropayê ti hesabek bo Desteya Hevahengiyê nekirin. Zêbarî soz da me ku di warê siyasî de piştevaniya Desteya Hevahengiyê bike. Herwiha soz da ku dengê me bigihîne hêzên navnetewî.
‘Di biryardanê de azad im, rênîşanderiyan ji kesî wernagirim’
Rûniştina we weke endamekî şanda Desteya Hevahengiyê ligel Malikî di nav Kurdan de hat rexnekirin. Hûn çawa berê xwe didin van rexneyan?
Salih Muslim: Di biryardanê de azad im, rênîşanderiyan ji kesî wernagirim. Naxwazim kes rê nîşanî min bide, ji ber ku em partiyeke siyasî ne û stratejiyeke me ya taybet heye. Di biryardanê de azad im, dizanim kengî çi erkekî ji min dixwaze. Eger pêwist bike dizanim çawa dikirim, eger firotin jî be, bi heman awayî dizanim çawa difiroşim.
Rexne zêdetir li dema civînê hatin kirin. Malikî îro li dijî Kurdên Başûr kar dike. Gelo civîna we ligel Malikî nabe piştgiriyek ji wî re?
Salih Muslim: Weke endamekî Desteya Hevahengiyê ligel Malikî civiyam. Dîsa tiştek derbarê kêşeya Bexda û Herêma Kurdistanê de nehat behskirin.
Lê li gor Peymana Hewlêrê pêwist e ti aliyekî kurdî bêyî şêwira ligel aliyê din neçe civînên navnetewî û navçeyî!
Salih Muslim: ENKS û EGRK nikarin bêyî şêwira hevdu bilivin. Lê partiyên siyasî heta wê dema ku ziyanê negihînin Kurdan serbest in di pêwendî û helwestên xwe de. Di dema borî de çend caran min teqez kiriye ku eger Desteya Hevahengiyê ziyanê bigihîne Kurdan, amade me heft keviran bavêjimê.
‘Em li ser daxwaza Mam Celal çûn Bexdayê’
Bi dîtina we civîna we ligel Malikî ti ziyanê nade Kurdan?
Salih Muslim: Em neçûne ba Malikî. Em mêvanên Mam Celal bûn, em li ser daxwaza Mam Celal çûn Bexdayê, li wir me Malikî dît, ev tiştekî normal e. Dîsa eger bi navê EGRKê an DBKê ligel Malikî rûnim tişteke, lê ez bi navê Desteya Hevahengiyê çûm û endamekî wê şandê bûm. Di dema borî de jî ligel Desteya Hevahengiyê çûm Rûsya û Ewropayê. Di siyasetê de em pirr ketine û rabûne, me sûd ji wan ezmûnan dîtiye, em zû nayên xapandin, em dizanin berjewendiya Kurdan di çi de ye.
Hinek rêvebirên ENKSê dibêjin “pêwist e Salih Muslim ronkirinekê li ser civîna xwe bi Malikî re bide û daxwaza lêborînê ji me bike”, hûnê wiha bikin?
Salih Muslim: Min tiştekî wiha nebihîstiye. Gava wiha ji min re gotin, dizanim çawa bersiva wan bidim.
Pirr baş e.
Hevpeyvîn: Hêmin Xoşnaw – Rûdaw