Serrûpel Nûçe Kendal Nezan tiştekî cuda got!

Kendal Nezan tiştekî cuda got!

Belav bike

Kenal Nezan got piştî kuştina Sakine Cansiz û her du hevalên xwe yên jin li Bîroya Kurdistan Komîte li Parîsê, ew her demê ligel wezîrê hundir yê Frensa di pêwendiyê de ye.

Nezan got, wezîr Manuel Valls ji wî re gotiye ku ev cînayet bi şêweyekî gelekî profesyonel hatiye kirin.

Kendal Nezan ji rojnameya Tirkî Vatan re got, avahiya ku cînayet lê hate kirin, 3 deriyên wê hene, deriyê yekem heta saet 20.00 vekiriye, dema ku dibe şev ew bi şîfre tê vekirin, deriyê din yê ofîsê ye, deriyek jî her dem bi şîfre ye, ew her du derî çawa hatine vekirin nayê zanîn. 

Kendal Nezan dibêje hedef Sakine Cansiz bû ye, ew nêzîkî Abdullah Ocalan bû û dikaribû li Ewropa rêkxistinê bîne cem hev.

Kendal Nezan berdewam dike û dibêje di ofîsê de ku komkujî lê hate kirin, çenteyê Sakine Cansiz hate dîtin, tiştên wê têde bûn, ji ber ewê biçûya Brukselê, ewê bi trêna êvarê biçûba… 

Li gora Kendal Nezan, dema ku milîtana din ya bi navê Fîdan, naçe ser randevuya xwe, piştre tê zanîn ku komkujî çêbûye.

Kendal Nezan texmîn dike ku Sakine Cansiz û qatil-qatilan hev nas dikirin û dibe ku kes-kesên ku bawerî dabe wan ev cînayet kiribe.

Nezan dibêje bêyî ku zorek hatibe kirin û derî hatibe girtin, cînayet pêk hatiye

AVESTA KURD