Serrûpel Nûçe Kurdên Sûriyê Federasyonê dixwazin

Kurdên Sûriyê Federasyonê dixwazin

Belav bike
Di kongreya xwe ya 2. de ku li Qamişlo pêk hat, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwazên Kurdan û rengê dewleta Sûriyê ya pêşerojê destnîşan kir.

Di deklerasyona kongreyê de ENKS got şeklê herî baş ji bo Dewleta Sûriyê, dewleteke federal, demokratîk, pir netew, pir ol û êl e, mafên hemû mirovan li gora peymanên navnetewî têde têne parastin.

Her wiha di destûrê hebûna gelê Kurd weke gel û mafê wî yê netewî yê rewşa weke miletekî şirîk tê qebûlkirin.

Pirsa gelê Kurd li Sûriyê li ser esasê herêma Kurdan tê çareserkirin. Ew weke neteweyekî yekgirtî tê naskirin, zimanê kurdî jî weke zimanekî resmî li welat tê qebûlkirin.

AVESTA KURD