Serrûpel Nûçe “Esed û malbata xwe di keştiya şer a Rus de dimînin”

“Esed û malbata xwe di keştiya şer a Rus de dimînin”

Belav bike
Rojnameya bi navê El Vatan a Erebistana Siudê, di nûçeyeke xwe de, ku xwe dispêra çavkaniyên îstixbaratê, îdia kir ku Serokdewletê Suriyê Beşşar Esed û malbata wî, di keştiyeke şer a Rus de dimînin. Bi vî awayî Esed xwe hîn di ewlehiyê de dibîne. Keştiya şer a Rusya ku tê gotin Esed lê dimîne, li Rojhilatê Behra Spî disekine.
Di berdewamiya nûçeya rojnameya El Vatanê de tê îdiakirin, dema ku hevdîtinên fermî yên Beşşar Esed hebin, ew bi helîkopterê diçe paytext Şamê. Esed li Şamê jî bi wesaîtên sivîl û yên ku zêdetir tên parastin diçe derên ku hevdîtin pêk tên. Bi vê biryarê Esed, haziriya xwe kiriye ku, ger rewşa Suriyê zêdetir xirab bibe ew û malbata xwe hîn hêsane wê karibe bireve.
Ev îdiaya ji aliyê dewleta Suriyê ve hatiye derewandin. Suriyê diyar kiriye ku Esed li Qesra Serokatiyê dimîne.