Serrûpel Nûçe “Kujer hûn in“ (Vîdyo)

“Kujer hûn in“ (Vîdyo)

Belav bike
Li dijî qetilkirina sê jinên Kurd, berteka herî tund, ji Hevseroka BDPê Gultan Kişanak hat. Kişanak, li Amedê li Parka Koşuyoluyê, li ber peykerê mafê mirovan derkete pêşberî çapemeniyê û bi taybet daxuyaniya berdevkê  hikumeta AKPê Huseyin Çelik rexne kir û got, “kî ku dixwaze vê bûyerê veşêre an bi awakî din nîşan bide, kujer wana ne. Kesê ku dibêje ‘hesabê navxweyî yê rêxistinê ye’ an kujer e an jî kujeran dizane û wana vedişêre. Gelo hûn dixwazin kujeran biparêzin? Bila herkes hedê xwe zanibe. Huseyîn Çelik dixwaze kujeran biparêze…”
Kişanak wiha dewam kir, “gelê Kurd, jinên Kurd rabûne ser lingan, em ê hesabê vê ji wan bipirsin, em ê serhildanan pêk bînin, em ê tûka rûyê kujeran bikin. Mîna ku Sakîne Cansiz tûka rûyê Esat Oktay Yildiran kir… Sakîne Cansiz, Rosa Luxemburga jina Kurdan bû. Qasî ku karibû li zindana Amedê tife rûyê Esat Oktay bike wêrek bû…”