Serrûpel Nûçe “Kurd û Kurdistan“ ji Rîsale-î Nur derxistine

“Kurd û Kurdistan“ ji Rîsale-î Nur derxistine

Belav bike

Derkete holê ku telebeyên Seîdê Kurdî (Nursî) li ser pirtûkên wî (Rîsale-î Nur) tehrîfat kirine. Lêkolîner Abdullah Can li ser vê tehrîfkirina berhemên Bedîuzzaman Seîdê Kurdî xebateke xwe weşand û bi belgeyan îspat kir ku, peyvên “Kurd û Kurdistanê” ji Rîsale-î Nur’an hatine jêbirkirin.
Di belgeyan de eşkere tê dîtin ku, şûna peyva “Kurdistan” peyva “Şarkî Anadolu”, şûna peyva “Kurd” jî peyva “Şarkî” hatiye bicîhkirin.
Ji tehrîfkirina berhemên Seîdê Kurdî çend mînak: Kurdên niha (şimdiki Kurtler) kirine; Şarkîyên niha (şimdiki dogulular). Kurdan (Kurtler) kirine
Hemwelatiyên min (hemşehrilerim). Kurdên li Kurdistanê (Kurdistandaki Kurtlerin) kirine; Eşîretên li bajarên Rojhilat (Vilayet-i Şarkîyedekî aşiretlerin). Seîdê Kurdî kirine Saîd-î Nursî. Li Kurdistanê (Kurdistanda) kirine; Li Anadoluya Rojhilat (Şarkî Anadoluda). Kurdek (bir Kurt) kirine; Rojhilatiyek (bir Şarkli).