Serrûpel Nûçe Cenaze şandin Kurdistanê

Cenaze şandin Kurdistanê

Belav bike




Cenazeyên her sê jinên Kurd ên siyasetmedar ji damezêrnerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez, ku 9’ê çileyê li Parîsa paytexta Franse hatin qetilkirin, ber bi Kurdistanê ve hatin rêwîkirin.



Cenazeyên her sê jinên Kurd ji balafirgeha Charles de Gualleyê ber bi Stenbolê ve şandin û di dema rêwîkirinê de gelek siyasetmedarên Kurd û nunerên saziyên sivîl amad ebûn. Her wiha, 21 endamên malbatan û Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur jî bi cenazeyan re ne.



Tê payin ku di saetên danê êvarê de cenaze bigihînin û dê ji vir jî bi balafirê bişînin Amedê. Tê payin ku cenazeyên her sê jinên Kurd Cansiz, Dogan û Şaylemez saet di 20.35 de bigihin Amedê. ANF)