Serrûpel Nûçe Dewlemendê Kurd Aslan Osoyan li Moskova kuştin

Dewlemendê Kurd Aslan Osoyan li Moskova kuştin

Belav bike

 

Usayan ku ji aliyê milet ve pir dihate hezkirin û weke Apê Hesen (Li Rusya weke Dad Xasan dihate naskirin) dihate naskirin, Aslan Osoyan (76) di encama êrîşeke bi sîlehan de hate kuştin.

Li gora ajansa nûçeyan ya Rûsî ew derdora seet 14.30 li pêşiya xwaringeha Karetnıy Dvor, gava ku ji hundir derket, rastê êrîşeke çekdarî hat.

Ew birîndar rakirin nexweşxaneyê, li wir jiyana xwe ji dest da.

Apê Hesen bi xwe Kurdê Êzîdî bû, ew di sala 2010 de jî rastî êrîşeke wiha hatibû. 

Aslan Osoyan kî bû:

Ew di sala 1937 de li paytexta Gurcistanê li Tiflîsê ji dayîk bûbû.


Cara yekemîn dema ku 19 salî bû ji ber ku şerê polîsan kiribû ketiye zindanê û êdî piraniya jiyana xwe di zindanan de derbas kiriye.

Li gora ku medyaya Rûs dinivisîne, Apê Hesen yek ji mezintirîn mafyaya Rûs bû. 

Kesekî pir bi tesîr bû û hêza wî hebû ku bikaribe pirsgirêkên nava partiyan çareser bike û tiliya wî heta hundirê dewletê diçû.

Apê Hesen Mîlyardêr bû û nêzîkî 3 hezar çekdarên wî yên mafya hebûn. kırdı. 

AVETA KURD