Serrûpel Nûçe KNK êrîşa terorîstî li Kerkûkê şermezar kir

KNK êrîşa terorîstî li Kerkûkê şermezar kir

Belav bike
KNK’ê got: “Mîna li Parîsê hate xuyakirin, li Kerkûkê jî, êrîşa komkujiyê li dijî kesayetî, rêxistinî û saziyên gelê kurd têne lidarxistin. Bi vê mebestê em weke KNKê, êrîşa li Kerkûkê lanet dikin. Ji malbatên kuştî û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”



KNK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Di van rojên ku êrîşên li dijî gelê Kurd de zêde bûne, li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê jî teqînek pêk hat û di encamê de gelek hemwelatiyên kurd jiyana xwe ji dest dan û gelek hemwelatiyên kurd jî birîndar bûne.”

Di daxuyaniya KNK hate ziman ku “Hêzên dagirker, di êrîşên faşîzan yên li dijî gelê kurd de sinoran, peymanên navneteweyî û huquqê gerdûnî jî nas nakin…” 



Li ser yekîtiya Netewî jî KNK got: “Pêwiste tevahiya gelê Kurd, sazî û dezgehên civakî, hêz û partiyên siyasî, yên li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, bi giyanê şoreşgerî û bi dilsoziya yekîtiya neteweyî, li dijî êrîşên hêzên dagirkerên Kurd û Kurdistanê, li dijî zihniyeta inkar û tunekirinê têkoşînê bikin. Ji bilî têkoşîna şorşegerî, tu riyên din li pêşiya gelê kurd nemane…” 


Wiha berdewam kir: “Bi vê mebestê em careke din êrîşa komkujiya li Kerkûkê lanet dikin û ji malbatên kuştî û tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.” anf