Serrûpel Nûçe Ocalan çi soz dane serokê MIT?

Ocalan çi soz dane serokê MIT?

Belav bike

Li gora ku  Selvi dinivisîne, Serokê MIT Hakan Fidan du caran ji Ocalan pirs kiriye ka ew dewleteke cuda dixwazin yan na, Ocalan jî soz daye û gotiye ew dewleteke cuda naxwazin.

Ocalan jî 2 caran dibare kiriye û gotiye “em dewleteke cuda naxwazin”.

Ev jî weke tesekî bûye ji bo Ocalan.

Dewletê xwestiye bizanibe ka serokê PKK Ocalan ji bo pirsa dewleta kurdî çi difikire.

Dema ku Serokê MIT vê yekê ji Ocalan dibihîse, serokwezîrê Tirkiyê Erdogan agahdar dike û dibêje “bi Ocalan re diyalog dikare were danîn”.

Dema ku Erdogan “OK” dike, Fidan careke din diçe bi Ocalan re rûdine.

Di cara 2. de Hakan Fidan behsa projeya Ocalan ya bi navê “Demokrasiya xweser” dike, ku ev demek bû PKK ew ji xwe re kiribû armanc.

Ocalan dibêje wî dev ji wê projeyê berdaye û êdî ew Demokrasiya xweser naxwaze.

AVESTA KURD