Ew jinên Kurd ku haya wan ne ji siyasetê heye, ne jî dizanin çi li pişt perdeyê diqewime, gotinên pir giran û nexweş ji serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re dibêjin.
Çavdêrin siyasî yên ku ji nêzîk ve siyaseta PYD-PKK-PDK-YNK li rojavayê Kurdistanê dişopînin, rola medyaya ser bi PYD-PKK ve gelekî xerab dinirxînin.
Tevî ku sînorê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de vekiriye jî, lê belê hîn jî Ronahî TV kasêtên xwe yên kevin dubare dike û li ser zimanê wan jinên Kurd yên dilpak, bi armanceke xerab êrîşî Mesûd Barzanî dike.
Xîtabên weke “Mesûd… Mesûdê Barzanî… Mesûd, derî veke, lawo derî veke wey… em birçî ne…tu çima derî venakî, Erdogan dijmine, ma tu jî dijminî… me nan da we me xwarin da we… Mesûd, lawo derî veke…”
Heman çavdêr dibêjin, gelo kesên ku li pişt Ronahî tv ne qebûl dikin ku yek rabe bi heman islubî xîtabî serokê wan bike!
Sînorê di navbera başûr û rojava de vekiriye, vekirina sînor bi dokument û fîlm eşkere ye, armanca Ronahî tv çi ye ku wan dayîkan derdixe ser ekranê û wan li dijî Kurdên din germ dike ku gotinên giran û sûkayetiyê li dijî Mesûd Barzanî bi wan dide kirin.
Gelo kesek tune ye Ronahî Tv kontrol bike?!