Bi wefata Birand re, medyaya Tirk mezintirîn bêjer û moderatorê xwe yê televîzyonê wenda kir.
Birand, cara dawîn, duh li ser tv, di dema xwendina nûçeyan de, xatirê xwe xwest û got ewê careke din li hezkiriyên xwe vegere û dua xwestin.
Dema ku Birand xatirê xwe xwest pir geş bû û tu îşaretên nexweşiyê lê tune bûn.
Birand îro, seet 18.29 li gora dema Tirkiyê jiyana xwe ji dest da.
Mehmed Ali Birand 71 salî bû.
Berî niha di hevpeyvîneke xwe ya televîzyonî de gotibû ku ew Kurd e.
Birand hejmareke mezin ji rojnamevan, raporter û peyamnêran perwerde kir.
Ew bi serê xwe ekîbek bû. Markeyek bû.
Linka pêwendîgir