Serrûpel Nûçe Malikî nexweşe û rakirine nexweşxaneyê

Malikî nexweşe û rakirine nexweşxaneyê

Belav bike
Piştî ku Hêzên Şîî gotin ku rewşa Iraqê xerab dibe û eger Malikî rewşê hêmin neke ewê piştgiriya xwe paşve bikişînin, tendurustiya Malikî ber bi xerab bûnê ve çûye.

Hêzên Şîî bi riya Hesen Şehristanî û Abdulhelim Zuhêr, xeber ji Malikî re şandine û jêre gotin yan ew pirsên Iraqê çareser dike, yan jî ewê piştgiriya xwe jê bikişînin.

Jêdereke ku nexwest nav were eşkerekirin ji rojnameya Al Mada (Li Bexdayê derdikeve) re got, berî 3 rojan Malikî rakirin nexweşxaneyê.

Ji roja 14.01.2013 Malikî tu daxuyanî nedane û derneketiye pêşberî kameran, her wiha beşdarî tu civînan nebû ye.

Li gora ku rojname dinivisîne, ew beşdarî civîna encumena wezîran jî nebû ye.

AVESTA KURD