Serrûpel Nûçe Qederê! Di rojbûna xwe de tê binaxkirin

Qederê! Di rojbûna xwe de tê binaxkirin

Belav bike

Îro rojbûna Rojbînê (Fîdan Dogan) ye. Îro Rojbînê oxira jiyana hetahetayî dikin. Çi rasthatiniyeke dilsoje ku Fîdan Dogana ku li Parîsê, di 9ê Rêbendanê de, bi Sakîna Cansiz û Leyla Şaylemez re hatibû qetilkirin, di roja ku ji dayikê bûye, dîsa li cihê ku hatiye dinyayê tê binax kirin. Îro Rojbîn 31 salî ye.

Fîdan Dogan kî ye?
Rojbîn (Fîdan Dogan), di 17ê Rêbendana 1982 an de, li navçeya Mereşê Elbistanê, li gundê Hançiplakê hate dinyayê. Ew hîn zarokek bû malbata wê koça Ewrupa kir. Rojbîn li Frensayê mezin bû. Di sala 1999 an de, bi awakî çalak kete nav kar û xebatên şoreşgeriyê. Di warê ciwanî û jinan de xebitî. Ji sala 2002 an vir ve di warê dîplomasiyê de li Frensa xebat dimeşand. Rojbîn, endamê KNKê (Kongreya Netewa Kurdistan) bû û heta roja ku hate qetilkirin, nûnertiya KNKê a Parîsê dikir.