Serrûpel Nûçe “Aştîxwazî bi bombekirina Qendîl nabe““

“Aştîxwazî bi bombekirina Qendîl nabe““

Belav bike

Li Amedê, li qada Batikentê, bi beşdariya zêdetirî sed hezar kesî, merasîma cenazeyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate lidarxistin.
Di oxirkirina cenazeyên sê jinên Kurd de, Hevserokê KCDê (Kongreya Civaka Demokratîk) Ahmed Turk jî axaftinek kir. Di beşeke axaftina xwe de Ahmed Turk, helwesta Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li hemberî pêvajoya aşîtiyê rexne kir û got, “ey serokwezîr, tu ji aliyekî qala aşîtiyê dikî û ji aliyekî jî her roj Qendîlê bombebaran dikî. Ev aştîxwaziyeke çawa ye, ma bi vê helwestê aşîtî pêk tê?”
Ahmed Turk di heman axaftina xwe de got, “mirovên bi rûmet dimirin lê navê wan her tim dijî û têkoşîna wan jî vediguhere destanekî”