Barzanî got, ew her demê, ji berê de Kiwêtê weke welatekî dost û gelê Kiwêtê jî weke gelekî bira dibînin.
Serok Barzanî got ku ew li ser wê yekê kar dikin ku xeteke balafirê di navbera Kiwêt û Kurdistanê de ava bikin.
Li ser pirsa Kurd li Sûriyê, Barzanî Kurd li Sûriyê gelê Kurd mafê xwe dixwaze, û gelê Kurd dixwaze mafê xwe yê çarenûsî bi destxîne.
Barzanî got Encumena Niştimanî ya SÛriyê gelek caran ji wî xwest ku ew destê xwe bavêje pirsa Sûriyê, lê belê wî xwest xwe tevlê neke.
Barzanî got heta niha di navbera Kurdistan û Israîlê de pêwendiyên ticarî tune ne, lê belê eger hikûmeta merkezî pêwendiyan bi Israîlê re deynê, ewê jî konsolxaneya Israîlê li Kurdistanê vekin.
Barzanî Kurd Kurd dixwazin serxwebûna wan hebe, lê belê ne şer, bi diyalogê wê ew serxwebûn pêk were.
AVESTA KURD