Rojnameya Tirk a bi navê Milliyet, bi îmza Namik Durukan nûçeyek belav kir. Rojnameyê îdia kir ku, dewleta Frensa qetlîama li Parîsê derxistiye holê û polîsên Frensa ragihandine ku, jê yek jin 3 navên kujeran hatine tespît kirin. Durukan vê nûçeya xwe dispêre çavkaniyên pêbawer yên Kurd û dibêje, polîsên Frensiz li ser vê, Serokê Kongra Gel Remzî Kartal birine emniyetê û sûretên wan kesana nîşana wî dane. Milliyet di berdewamiya nûçeya xwe de wê qetlîamê wek “înfaza PKK” bilêv dike.
Serokê Kongra Gel Remzî Kartal, li ser vê nûçeyê, bi ANFê (Ajansa Nûçeyan a Firat) re axifî. Kartal îfade kiriye ku qet tiştekî wiha neqewimiye û nûçe bi temamî derew e. Kartal wiha dibêje, “bi polîs an rayedarên Frensayê re, di vê mijarê de qet hevdîtinên min pêk nehatine. Tu kesan tiştek nîşana min jî nedane. Namik Durukan û Milliyet bi vê derewê xizmeta hêzên tarî dikin û dixwazin ku bûyerê berevajî bikin. Ez wana şermezar dikim.”
Di gellek malperên Tirk de jî ew nûçeya derew a Milliyetê cîh girt.