Serrûpel Nûçe “Hikumetê rica kir televîzyonan Amed nîşan nedan“

“Hikumetê rica kir televîzyonan Amed nîşan nedan“

Belav bike
Hikumeta AKPê rica kiriye, televîzyonên Tirk, merasîma li Amedê a sê jinên Kurd, ku li Parîsê hatibûn qebûlkirin, nîşan nedaye.
Xwediyê vê îdiaya balkêş, rojnamevana rojnameya Milliyetê Asli Aydintaşbaş e. Aydintaşbaş, li ser hesabê twittera xwe wiha dinivîse: “Televîzyonan heftekî bênavber qala merasîma cenazeyan kirin. Doh ti televîzyonên Tirk, merasîma li Amedê a cenazeyan nîşan neda. Ev ne tesaduf e. Hikumetê ji televîzyonan rica kiriye. Ger hûn dixwazin dersekê ji Bîrand bigrin, ev jî dersa; bi talîmata nûçe çênekirin e.”     
Rojnamevan Asli Aydintaşbaş, doh merasîma sê jinên Kurd li Amedê şopandibû.