Serrûpel Nûçe 134 leşkerên Suriyê teslîmî YPG bûn

134 leşkerên Suriyê teslîmî YPG bûn

Belav bike

Hejmara leşkerên rejîma Suriyê yên ku li tugaya li Girkê Legê fîrar kirin û teslîma YPGê bûn, gihaşte 134 an. Ev 11 roj in ku li Girkê Legê tugaya rejîmê a li gundê Girzîro di bin dorpêçkirina YPGê de ye. Berê gellek leşkeran ji tugayê reviyabûn û teslîma YPGê bûbûn. Doh êvarê jî 31 leşkerên tugaya rejîma Suriyê, fîrar kirin û teslîma hêzên YPGê bûn.
Li gundê Girzîro ku bi Girkê Legê ve girêdayiye, 9ê Rêbendanê bûyeran destpê kiribûn. Li ser fişareyên rejîma Baas û piştgiriyên rejîmê, gel ji YPGê alîkarî xwestibû. YPGê midaxeleya wira kiribû û ji leşkerên rejîmê xwestibû ku ji wir derkevin. Leşkeran bi gulebarandinê bersiv dabûn û li ser vê di navbera her du hêzan de pevçûn derketibûn. Di tugaya leşkerên Suriyê a li gundê Girzîro de nêzika 200 leşker hene. Di pevçûnan de leşkerekî rejîmê hatibû kuştin û 8 jî brîndar bûbûn.    
Îro gundê Girzîko ji aliyê helîkopterên rejîmê ve hate bombebarandin.