Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li navçeya Dîlokê li Nizipê axifî. Erdogan, li hemberî her tim pirsgirêka Kurd xistina rojevê nerazîbûnaxwe nîşan da û got, “her tim dibêjin pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Kurd. Tiştekî wisa tine ye. Ji bo min pirsgirêka Kurd tine ye. Em bi pirsgirêkabrayên xwe yên Kurd re eleqedar dibin. Ez brayê xwe yê Kurd hezdikim. Lê Kurdparêziyê red dikim. Ji bo min Kurd, Tirk, Çerkez, Ereb, Gurcu ferqnake, bi heman mesafê ez nêzika wan im.”