Serrûpel Nûçe Bergumanê kuştina li Parîsê hate girtin

Bergumanê kuştina li Parîsê hate girtin

Belav bike

Omer Guney, ku di 16 Nîsana 1982 de li Şarkişla li Sêwasê ji dayîk bû ye, weke bergumanê yekemîn yê cînayetê hate dîtin.

Guney hate girtin.

Li gora ku dozgerê frensî François Molins, îro di civîna çapemeniyê de got, Omer Guney ji aliyê kamerayan ve hatiye girtin.

François Molins, diyar kir kur Omer Guney ev 2 salin di nava PKK de ye.

Dozger got, Guney itîraf nekiriye lê belê hemû belgeyên di destê wan de destnîşan dikin ku ew bi cînayetê rabû ye..

Dema ku ew hate girtin, 930 Euro di berîka wî de bûn.

Dozger got, roja bûyerê ew seet 11.29 ligel Sakine Cansiz derbasî hundirê avahiyê bû.

Ew seet 11.49 deqe derket.

Ew seet 12.11, di destê wî çenteyek hebû û di serê wî kimek, derbasî avahiyê bû.

Ew seet 12.56 ji avahiyê derket.

Ev tê wê wateyê ku cînayet di navbera  seet 12.43-13.21 pêk hatiye.

Dozger got, Sakine Cansiz û Leyla Soylemez her yek ji wan bi 3 fişekan, Fidan Dogan jî bi 4 fişekan hatiye kuştin.

Berî rojekê Omer Guney, 1000 Euro bi navê Sakine Cansiz ji bankayê kişandiye.