Serrûpel Nûçe Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyên girîng

Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyên girîng

Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û cîgirê sekreterê giştî yê YNK, Berhem Salilh îro (21.01.2013) çûn serdana serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê (KÎK), Elî Bapîr. Paşê di civînek çapemeniyê de encamên hevdîtinê ji raya giştî re hat eşkerekirin.

Destpêkê serokê KÎK, Elî Bapîr axivî û diyar kir ku civîna wan erênî bûye û li ser çawaniya çareseriya arîşeyên Herêma Kurdistanê gotûbêj hatiye kirin.

Bapîr destnîşan kir ku ji her tiştî girîngtir ew e ku reform li Kurdistanê pêk bê û wiha axivî: “Wan ji me re got ku reform bo wan hêla sor nîne. Ji ber ku eger em li nav xwe de yek bin li Bexdayê jî em dikarin arîşeyên xwe çareser bikin.”

Piştî Bapîr, Nêçîrvan Barzanî axivî û civîn erênî nirxand û diyar kir ku ew bi nûnertiya PDK û YNK hatine erkdarkirin ku bi opozîsyonê re dest bi diyalogê bikin û wiha aixvî: “Ji ber wê jî em desetpêkê çûn serdana birêz Bapîr û rojeva me jî çawaniya destpêkirina diyaloga navbera desthilat û opozîsyonê bû. Bêguman ev civîn û hevdîtin dê bidomin.”

Berhem Salih jî axivî û diyar kir ku Kurdistan di rewşek hestiyar de derbas dibe û wiha pêde çû: “Em her du hêzên desthilatê bi van destkeftan serbilind in lê kêmasiyên me jî heye û dive reform bên kirin û bingehên rêvebirina Kurdistanê bên xurtkirin.”

Salih li bara destûrê de jî got ku divê bi şêwazê lihevhatinê li ser destûrê kar bê kirin û wiha got: “Ev mesela ji aliyê PDK û YNK ve gelekî girîng e û tu arîşeyek li ser behskirina wê nîne ji ber ku divê destûr bibe sedema yekbûnê û divê em bi şêwazekî hewla çareseriya arîşeyên xwe bidin ku bibe sedema yekrêziya me.”

Cîgirê serokê PDK, Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku “mesela kesên ku di şerê navxwe de wenda bûne” girêdayî PDK û YNK ye û wiha axivî: “Em nikarin ji rastiya şerê navxwe birevin û înkar bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li bara îdiayên ku dibêjin hikûmeta Herêma Kurdistanê endamên lêjneya çavdêrî ya petrolê qewitandiye, diyar kir ku hikûmetê tu endamekî lêjneya çavdêriya petrolê neqewitandiye û ragihand ku bi Bexdayê li ser dayîna pereyê şîrketên petrolê li hev kirine lê Bexda rêkeftina han binpêkiriye.

Barzanî bang li Bexdayê jî kir ku girêdayî rêkeftinên navbera Hewlêr û hikûmeta Iraqê be û wiha pêde çû: “Eger Bexda pereyê şîrketên petrolê nede emê dîsa petrolê hinarde bikin û ev jî mafê me yê qanûnî ye.”

Serokwezîr Barzanî li bara rewşa ewlehiya Herêma Kurdistanê de jî axivî û got ku heta niha jî gef li dijî Herêma Kurdistanê hene ji ber ku di rojên borî de “çend hewlên terorîstî” hatine pûçkirin.

Navbera Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) sala 1996 ji ber lihevnekirina li ser hikûmetê şer derketibû û bi sedan kes hatibûn kuştin û gelek kes jî heta niha wenda ne. Rûdaw