Di civînê de li ser pêwendiyên her du aliyan hate axaftin.
Her wiha li ser wê yekê biryar hate dan ku her du alî bi awayekî peryodîk lihev bicivin û pirsên di rojevê de gotûbêj bikin.
Di civênê de li ser hemahengiya di navbera her du aliyan de û şopandina karûbarên wezaretan û pirsa bersivdana hemwelatiyan hate rojevê.
Li ser pirsa butçeya herêma Kurdistanê, serokê parlamentoyê spasiya serokwezîr kir ku îsal zûtir butçe ji bo parlamentoyê şand.
Roja çarşemê wê gotûbêj li ser butçeyê were kirin
AVESTA KURD