Serrûpel Berhemên Nû 2 Pirtûkên nû ji Malbata Findî

2 Pirtûkên nû ji Malbata Findî

Belav bike

Pirtuka han di binyat de Pertûka desthilatdarê Birîtanî yê parêzgeha Musil / devera Badînan (R.F.Cardîn)e ku di sala 1919an de bi zimanê ingilizî nivisandibû û weşandibû, nivîserê Kurd Ebdulkerîm Findî û Metî Filîbs ev pertûk wergêrandine ser zimanê Erebî, û şaşiyên wê jî rastvekirine.

Ev pertûkê wek rê nîşander û dergehek bo fêrbûna zimanê Kurdî- devoka Badînan hatîye nivîsandin û berhevkirin ji bo wan kesên biyanî yên ku li wî serdemî seredana devere dikirin.
Di Naveroka pertûkê de rêzman û çewanîya fêrbûna zimanê Kurdî digel çendin peyv û zarav û kurte serhatî û çîrokên Kurdî hatîne diyarkirin ku li ser 56 pişkên cuda cuda hatîne parve kirin û di bin 4 çiwar dergehan de hatîne pêşkêşkirin.
Di wexta xwe de ka çewa ev pertûk bo inglîzî ziman zana hatibû berhevkirin bi mebesta fêrbûn û haydarbûn li ser zimanê Kurdî, niha pertûk di vê çapa xwe de ew bo erebî ziman zana hatîye peşkêşkirin ku bi rêya vê pertûke ew dikarin bi şêwazekê rêzmanî û rast û dirost fêr û haydarî zimanê Kurdî bibin.
Nivîserê Kurd Ebdulkerîm Findî derbareyi vê pertûkê wisa dinivîsîne û dibêje “sererayî hêbûna çendîn şaşîyan di naveroka vê pertûkê de ev dibe êkemîn vekolîna rêzmanî derbarê zimanê Kurdî/ devoka Badînî.
Hêjayî gotinê ye ku vê pertûk hijmar (25) di zincîreya weşanên rêveberîya çap û weşanê – Duhok ser bi wezareta rewşenbîrî û lawan ya hikumeta herêma Kurdistanê de cih girtîye.
Ev pertûk ji (255) laperan pêk dihê, û li çapxana Hawar – Duhok/2012 çap bûye.



Pirtukan diwan pertûkeke Hekar Findî bi zimanê Kurdî bi navê “Tegehekê yasayî bo reojnamevanîyê” ye.
Di vê pertûkê de, Hekar Findî li dûv yasayên karpêkirî li herêma Kurdistanê û çendîn welatên cîhanî rojnamenivîs û rojnamevanî bi dîtineka yasayî dayine şirove û xweyakirin.
Babetên sereke yên ku pertûkê di 5 pişkên xwe de şirove û diyarkirine evin (Êtîk, Erk, maf, parêzeyî, tawan, mafê bi destveînana pêzaninan).
Hejî gotinê ye ku ev pertûk dibe êkemîn pertûk di vî biyavî de û bi zimanê kurdî/ kurmancî tê çapkirin.
Vê pertûke hijmar (26) di zincîreya weşanên rêveberîya çap û weşanê – Duhok ser bi wezareta rewşenbîrî û lawan ya hikumeta herêma Kurdistanê de cih girtiye.
Pertûke ji (180) berperan pêk dihê û li çapxana hawar – Duhok/2012 çap bûye.
Bo xwendin û bi destxistina van pertûkan û cendîn berhemên din yên malbata Findî seredana malperê Malbata Findî bikin li ser vî navnîshanî.
(www.findi.info) an jî pêwendiyê bi emailê (hekarfindi@yahoo.com) bikim.