Serrûpel Nûçe Bersûcê Parîsê kî ye?

Bersûcê Parîsê kî ye?

Belav bike

Dozgerê Komarê yê Parîsê François Molins roja duşemê daxuyaniyek da çapemeniyê û encamên lêpirsîna derbarê qetilkirina ji damezrênerên PKK-ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de aşkere kir. Dozgerê Frensî da zanîn ku kesê gumanbar ê ji ber cinayetê hatiye girtin Omer Guney ji navçeya Sarikişla ya Sêwasê ye û ev du sal in tê nava Kurdan û diçe. Molins diyar kir ku lê ev kes di rastiyê de kî ye, çi dike, têkiliya wî bi kê re heye nehatiye zanîn.

Serokê FEYKA-yê Mehmet Ulker derbarê Omer Guney ê bersucê cinayetê de ji ANF-ê re axivî û got ku Omer Guney beriya salek û 2 mehan têkilî bi komeleyên Kurdan ên li Parîsê re daniye.


Ulker wiha axifî: “Mijdara 2011 pêşî tê komeleyeke li navenda Parîsê. Ji serokê komeleyê re dibêje ew dixwaze bibe endamê komeleyê. Serokê komeleyê dibêje tu li ku rûdinî, ew jî dibêje li Sarcelê rûdinim. Serokê komeleyê wî dişîne Komeleya Villiers-le-Bel ku nêzîkê cihê wî ye. Yek ji rêveberên komeleyê pêre diçe. Ji bo adiatê jî 50 Euro dide. Piştre weke endamekî asayî diçe û tê û samimî dibe. Tevlî çalakiyên komeleyê dibe. Herwiha, Frensiya wî baş bû, ji gelek mirovên me yên pirsgirêkên wan ên ziman hebûn wergeriyê dike. Di nava civaka me de balê nakişîne. Lê li gor lêkolînên me vî kesî di tu komeleyên Kurdan de tu wezîfeyek fermî nekiriye. Tenê endamek bû. Sîstema endamtiya komeleyên me tê zanîn. Em li reng, nijadan nameyzînin. Tirk jî Frensî jî dikarin bibin endamên komeleyên me. Nêrîna me ya li hemberî mirovahiyê wiha ye. Her Kurdistanî û her mirovek ger bixwaze dikare bibe endamê komeleya me. Şertên me tune ne.”



Ulker bersivê da pirsa ku ji aliyê her kesî ve tê mereqkirin û got: “Dibêjin kesek ku zêde Sakîne Cansiz nas neke, çawa dibe wê bîne buroyê. Jixwe ev endamê Komeleya Villiers-le-Belê ye. Tevlî şevan dibe, tevlî çalakiyan dibe û alîkariya mirovên pirsgirêkên wan ên ziman hebûn dikir. Bi vî awayî baweriyê dide. Hevala me Fîdan Dogan telefon dike û dixwaze ku Sakîne Cansiz bîne buroyê.”


Serokê FEYKA Ulker diyar kir ku Omer Guney ne şofêr an jî ji bo kar û barên burokratî hatiye peywirdarkirin û got: “Niha em bi hêsanî dikarin bêjin ku wî ji Sakîne Cansiz re ne şofêrî kiriye û ne jî bi kar û barên wê yên fermî re eleqeder bûye.” Ulker destnîşan kir ku Omer Guney xwe ji derdorên komeleyê re wek ‘aliyê bavê min Kurd, yê dayika min Tirk e’ daye nasandin lê bi agahiyên dawî yên rayedarên Fransayê re diyar bû ku ev ne rast e: “Guney ji derdorê re gotiye navbera min û malbatê ne baş e û di sala 2010-an de li Munîhê jî zewciye.”

Mehmet Ulker destnîşan kir ku bi kurtasî ev kesekî tarî ye û da zanîn ku agahiyên Dozgeriya Komarê ya Parîsê tenê teknîkî mane û wiha got: “Ev cînayeteke siyasî ye. Divê ev bê ronîkirin. Çavê Kurdistaniyan li ser Fransayê ye.” Ulker wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Dozgerê Komarê yê Parîsê jî lêpirsîna pir teknîkî vegot. Diyare ku li ser Omer Guney radiwestin. Li gor me yek kes nikare vê bike. Dozgerê ku lêpirsînê dimeşîne divê teqez hêzên pişt wî derxînin holê. Omer Guney tenê nikare vê cînayetê bike. Mirov bawer nakin. Ligel vê kesekî li pişt wî ew wek PKK-yî daye nasandin. Lê li gor nûnerên saziyê agahî daye me û lêkolîn kirine ev eleqeya wî bi PKK-ê tune. Remzî Kartal duh di bernameya TV de gotibû Omer Guney ne endamê PKK-ê ye. Apê Guney jî tevli bernameyeke Tv bû û got tu eleqeya Guney bi PKK-ê re tune. Yanî bi kurtasî ev tiştekî pir tarî ye.” (Bas News)