Serrûpel Nûçe Cezayê “hûn çima nemirin” ji wan re birîn

Cezayê “hûn çima nemirin” ji wan re birîn

Belav bike

Dewleta Tirkiyê, ji 4 kesên ku, di 28ê Berfenbara 2011 an de, ji ber bombebarana balafirên şer yên dewletê filitîn; Serwet Encu,  Îdrîs Encu, Şêxmus Encu û Adem Yurek re 8 hezar, cezayê pera birî. Hinceta vê cezayê jî ev e; “we ji zagona pasaportê re mixalifî kiriye.”
Di Komkujiya Roboskiyê de, bi bombebarana balafirên şer yên dewleta Tirkiyê, 34 gundiyên Roboskiyê hatibûn kuştin. Ji ser komkujiyê re 14 meh derbas bûn û hîn jî berpirsyarên komkujiyê nehatine eşkerekirin. 
Li ser vê neheqiyê, gundiyên cezaxwar, nerazîbûnên xwe nîşan didin û dibêjin, “li gundê me bilî bazirganiya sînor ti karê ku em bikin tine. Ku careke din bombeyan di serê me de bibarînin jî, em mecbûr in ku vî karî bikin. Em ê dîsa biçine qaçaxiyê û cezayê ku me xwariye bidin.”