Serrûpel Nûçe Pere ji bo penaberên rojava têne xwestin

Pere ji bo penaberên rojava têne xwestin

Belav bike

Serokê lijneya mafê mirov Salar Mehmûd ji Rûdawê re got: “Me wekî lijne pêşniyar kiriye û em niha bi wê yekê ve mijûlin ku dengekî piranî yê parlamentoyê dirûst bikin ku piştgiriyê bidin pêşniyara me.”

Salar Mehmûd wiha got: “Penaberên rojavayê Kurdistanê yên ku berê xwe dana Herêma Kurdistanê, di rewşekî xirab de dijîn. Lewra em wekî lijne pêwîst dibînin ku beşeke arîkariyê di budceya îsal de ji bo wan penaberan bê veqetandin.”