Herwiha hat îdîakirin ku di êrîşa xwekujî de serokê berê yê CepheyaTirkmenî ya İraqê Sadetîn Ergeç û alîkarê serok û endamê Meclîsa Bajarê Selahedîn Elî Haşim Muhtaroglû jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor agahiyên ku polîsên qezaya Xurmatû dane, kesê xwekuj di mizgeftekê de xwe teqandiye ku taziya Tirkmenan lê bûye û di encam de 42 kes hatine kuştin û 85 kesî jî birîndar bûne.
Qezaya Xurmatû berê ser bi parêzgeha Kerkûkê bû, lê belê piştî guhertinên îdarî yên sala 1976-ê rejîma Baasê ew xiste ser parêzgeha Selahedîn. Niha dikeve çarçoveya wan navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêmê û 76 km dikeve başûrê Kerkûkê. Bas