Gundiyekî Hakan Fidan ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest em nav eşkere bikin, got Hakan Fidan Kurd e, ji Erdîşa Wanê ye.
Got, li Erdîşê du gundên bi navê Dêr hene, yek Dêra Jêrîn, yek jî Dêra Jorîn, ew ji gundê Dêra Jorîn e.
Jêdera taybet got, berî 50 salan bavê Hakan Fidan ji gund bar kir, çû li Enqerê bi cih bû. Hakan Fidan li Enqerê di sala 1968 ji dayîk bû ye.
Hakan Fidan ji malbateke dîndar e, ew Seyidkî ye.
Navê apê Hakan Fidan jî Hecî Mecîd Fidan e. Ew bi xwe jî mixtarê gundê Dêra Jorîn bû.
Li gora jêdera ku nexwest nav were eşkerekirin, Hakan Fidan, her çiqas li Enqerê ji dayîk bûbe jî, ew bi kurdî dizane, zimanê xwe ji bîr nekiriye.
Ew ji sala 2010 û vir de serokê MIT ye.
AVESAT KURD