Serrûpel Nûçe Efsaneya Şêx Ebdulselam Barzanî dibe senfonî

Efsaneya Şêx Ebdulselam Barzanî dibe senfonî

Belav bike
Senfonî li yek ji baştirîn studyo li Istanbulê hatiye tomarkirin.

Gotinên wê helbestvan Edîb Çelkî nivîsandine û bi dengê Rêkêş Seyranî hatiye gotin.

Çelkî dibêje, wî gotin di sala 2004 de li Almanya bajarê Hannoverê bi munasebeta 90 saliya şehadeta Şêx Ebdulselam Barzanî nivîsandin.

Şêx Ebdulselam Barzanî di sala 1914 de li Musilê ji aliyê Osmaniyan ve hatibû îdamkirin.

Stran 14 deqeyan dirêj dike.

Muzîka wê ji aliyê Hêmin Hisên ve hatiye çêkirin.

Grûpek muzîkjenên Tirkiyê yên navdar di vê senfoniyê de cih girtine.

AVESTA KURD